Sê Masîgirên Biçûk li Qeraxa Çemê Bismilê


Îro sê hevalên min ên masîgir çêbûn.

Sê Masîgirên Biçûk
Gava çûm li nav Parka Halil İbrahim Oruç hinekî geriyam, ji wir derketim ser pirê heta ber rêya Qoperatîfê meşiyam û vegeriyam cardî di aliyê rastê yê pirê re hatim, li ser pirê min du masîgirên biçûk dîtin ku tora xwe ji ser caxên pirê divirvirandin nav avê. Tevî ku li ber guhê çemekî jî mezin bûm li Bismilê, ti carî min masî zevt nekirin. Avjeniyê jî hîn nebûm. Malbata min ti carî nedixwest biçim ber çem. Cihekî pir bi talûke bû çem di hişê Bismiliyan de. Tê bîra min, riwayetek jî hebû di nav Bismiliyan de: Çem çi bikira çi nekira diviya salê du însanan daqurtîne. Berê gelek kes di çemê me de dixeniqîn. Gelek kes li wir şer dikirin, gelek kes li kuştina hev digeriyan. Di tarîxa Bismilê de, ti zarokekî Bismilî tune ye ku ji hevalê xwe re negotibe, “heger tu mêr bî wer ber devê çem.” Ber devê çem, cihê duelloyên mêraniyê bû di hişê zarokan de.

Tenê ji dûran xweş...
Masîgirên Biçûk hinekî li ber tora xwe ya din ketibûn, ji ber ku ji dest wan çûbû û masiyan bi xwe re biribû. Min ji wan pirsî, ka masî hene an na. “Ooo, abê tu nabînî,” masîgirek destê xwe ber bi çem kiribû, “biner biner, wa diçe.” Min nerî, lê ji bilî herriyê min ti tiştî nedît. Di heyata xwe de, min çemekî paqij û zelal nedît li Bismilê, ma ev jî gotin e. Min meraq kiribû, gelo masî herî pir di kîjan saetê de diketin torê. Go, “abê di saet heştan de were, tê pêncî heban bigrî.” Ew di saet heştan de nedikarîn bên, ji ber ku di wê saetê de li mektebê bûn. Lê di heman saetê de, kengî bihatima, min dikaribû wan bidîta.

Masîyek
Wek nezanekî ku ji welatekî din hatibe li ser gelek tiştan min pirs ji wan kirin. Gava wan got di vî çemî de hemsî jî têne dîtin ez gelekî şaş mam, ji bo min hemsî tenê yê Behra Reş bû. Min ji wan xwest navê masiyên li nav Çemê Bismilê ji min re bêjin. “Hemsî, zereke, devsor, û abê tiştekî awha…” Her du destên xwe gihandibû hev, dirêjiya masî nîşanî min dabû lê navê wî nizanibû. Ma “awha” dibe, gerek navekî wî hebûya. Min israr kir ku navine din ên masiyan ji min re bibêjin, masiyên me ne tenê ew qas bûn. Wan navê masiyan zêdetir nedizanî an jî nedihat bîra wan. Gava hatim mal min li romana Zarokên Ber Çêm a Ciwanmerd Kulek nihêrî ku mekanê romanê yê sereke Bismil bû û di gelek beşan de bûyer li ber Çemê Bismilê derbas dibû. Di Zarokên Ber Çêm de min navê van masiyên Çemê Bismilê peyda kirin: Zereke, beratên xalhûrik ên wek cêwiyan, marmasiyên tîrikî, zûlên simspî, şebotên girole, golikên piştalmasî, devsorên rengqirêj, naqorên zêravî, cewrên pelikgewherî, şînok, pahneke, simbêl, kerik, perûsor, zimpere, şelabela, terîxe, mercan. Ez ji bîr nekim, belkî rojekê bi kêrî me bê: Masîgirên Biçûk diyar kir ku goştê zerekeyan nayê xwarin.
Poşet, masî û herrî...

Dû re masîgirekî din ê biçûk tev li her du hevalên xwe bû. Ez û Sê Masîgirên Biçûk. Me bazara xwe kir. Gelo wan dê deh masî bi çi bidana min? 5 lîre, ne kêm ne zêde. Ne lazim, bila pênc masî ji bo min bigirtina, min ê cardî 5 lîre bidaya wan. Temam, me li hev kir. Sê masî di poşetî de ne, ma du masî. Lê mîratê du masî qet neket torê. Çûn ji camêrekî sê masî girtin, tev de şeş masî. Xwestin heqê masiyê şeşan jî ji min bistînin, min qebûl nekir, min got ma bazareke wiha dibe? Heger hûn destpêkê erzan nefiroşin mişteriyê xwe sibe dê neyê. Wan got temam, sibe were em ê deh heban bi pênca bidin te.

Min rahişt masiyên xwe, 5 lîreyê wan da û hatim malê. Me masî xistin tasekê û danî ber Solîna xwarziya xwe ya herî biçûk. Solîn gava li ser zikê xwe dimîne, wek masiyan nig û destê xwe dibe û tîne, tê bêjî qey avjeniyê dike. Strana Solîn a favorî jî derheqê masiyan de ye. Navê stranê “Kırmızı Balık” e ku ez bawer im pirraniya dê û bavan vê stranê bi bebekên xwe didin guhdar kirin. Solîn îro du roj e hinekî nexweş e, laşê wê sincirî ye. Wê  gava masî li ber xwe dîtin pir kêfxweş bû, destê xwe dixist nav masiyan û av diçelpand.

Masî Xanim...
Îro derheqê masiyan de gelek tişt hîn bûm ji her Sê Masîgirên Biçûk ên hevalê xwe. Difikirim, gelo ez jî ji xwe re torekê bikirim, her ro biçim masiyan û li vir binivîsim ka min li ber çem çi dîtin û çend masî zevt kirin?

Ferhenga Şer û ya Amrazan ji Kovara Ronahîyê (II)


Di vê beşa duyem de ji hejmarên navbera 8 û 17an ên Ronahîyê 67 peyv hatin berhevkirin û ravekirin. 

Ronahî, hj. 8.

Ferhenga Şer û ya Amrazan ji Kovara Ronahîyê (hj. 8-17)


Hejmar 8:

wasteya guhastinê: amûrên wek trên, likomotîv hwd. ku dikare tiştekî ji cihekî biguhêzîne cihekî din.
- “Ev du sê saet jî bi xurtî û piraniya wasteyên guhastinê bi dest dikevin.”

bombarana hewayî: bnr. bombardimana hewayî.
- “Diçû Londrê û şîret li xelkê dikirin ko bi çi awayî xwe ji bombaranên hewayî biparêzin.”

polîsxane: avahiya ku polîs lê dimînin.
- “Dr. Tod di polîsxanê de; digote mifetişê polîsê”

civata arîkariyê ji bo ehaliyan: saziya ku karê wê alîkariya mirovan e ji ber rewşa xirab û karesatan. tr. sosyal yardımlaşma kurumu. 
- “Di wê tanga bajêr de sê xanî hilweşiya bûn û ji lebatên civata arîkariyê ji bo ehaliyan çar peya hati bûn kuştin.”

civata midafeha ehaliyan: saziyên ku di rewşên wek şer û karesatê de hewl dide can û milkê însanan biparêze. tr. sivil savunma kuruluşu.
- “Herwekî hon dizanin jina min di xaça sor û di civata midafeha ehaliyan de dixebite.”

xeberdox: axêver, spîker.
- “Li gora gotina xeberdoxên emêrîkanî ev tevdîreke ihtiyatî û ji ber ihtimala hin hereketên elemanan e.”

sef: xet, alî. tr. saf
destbombe: bombeya destan. tr. el bombası.
topçî: pisporê bikaranîna topan. tr. topçu.
- “Sarc di nav sefên dijmin re xwe gihande betariyên neyar û bi destbombeyên xwe bera topçiyan da û ew revandin.”

darûbest: darê, textê ku pê birîndar tên barkirin. tr. sedye.
- “Sarc vê carê hêj bêtir mêranî şanî da lê piştî êrîşê darûbestekê ew vegerande qerargehê. Sarc birîndar bûbû.”

şargeh: veşargeh. cihê ku lê tê veşartin. kozik. çeper.
- “Herkes gihaştibû şargeha xwe û li hêviya emirê dagirkirinê dima.”

zabitê mesafepîv: zabitê ku derheqê mesafeyan çûn û hatinê de agahiyan dide.
- Zabitê mesafepîv dida zanîn ko ji Maltayê re hêj 160 mîl mane; îşê çend saetan.”

birca dîdevaniyê: birca ku di keştiyan de ji bo çavdêriyê tê bikaranîn.
- “Di vê navê de birca dîdevaniyê dida zanîn ko ji dûr ve cenkeştiyên dijmin xuya dikirin.”

dîdevan: çavdêr. tr. gözcü.
- “Di klîşa me de dîdevanên topçiyan di kûrahiya ezmên de li balafirên neyar digerin.”


Hejmar 9:

nexweşerebe: siwareya ji bo nexweşan. ambûlans.
- “Yek ji nexweşerebeyên Emerîkanî di Sûriyê de.”

motorbot: wesayiteke behrê ku bi  motorê dixebite.
- Motorboteke emêrîkanî ji Gwadel-kenalê diçû girava Floridayê.”

nêregah: cihê ji bo çavdêriyê. tr. çanaklık.
- “Dîdevanê me, ji nişkekê ve terka nêregaha xwe da û li me vegeriya.”

bilindpaye: rutbeya zêde.
- “Eve zabitekî bilindpaye.”

lebatên destkut: lebatên wek dest û lingên sun’î, çêkirî ji bo kesên bê dest û ling. tr. protez.
- “Lê îro fena nû ji wan mirovên seqet re dest û lingên darîn û hesinîn çêdike û ew mirovên ha gelek caran bi wan labatên destkut yanî sinhî bi karê xwe ê kevin radibin.”

tifika gazê: ocaxa ku bi gazê dişuxule û xwarin li ser tê çêkirin. tr. gaz ocağı.
- “Mêrê min xwe dahelandiye ser tifika gazê. … Şirikên gazê vekirî bûn.”

gaza hewayî: gaza ku ji komirê çêdibe û bo germ û ronahiyê tê bikaranîn.  tr. havagazı.
- “Ji ber ko destên xwe dabû mêrê xwe û ew bi gaza hewayî kuştibû.”


Hejmar 10:

nexweşnêr: kesên ku di nexweşxaneyan de li nexweşan dinêrin û alîkariya hemşîreyan dikin. tr. hasta bakıcı.
- “Onya piştî ko mezin bû çûye Swîçreyê û di xestexanekê de bûye nexweşnêr.”

naxuda: kaptanê keştî û noqaran.
- Naxuda yanî keptanê noqara emêrîkanî di radyowa Nûyorkê de biserhatiya xwe qise kiriye.”

bombeya binavîn: bombeya ku di bin avê de tê teqandin û li noqaran tê dan. tr. sualtı bombası.
- “Niho bertorpiyorên dijmin bombeyên xwe ên binavîn wê berdana me.”


Hejmar 11:

sergevaz: rêber, mezinê dewletê. tr. devlet büyüğü, önder. fr. chef, chef d'Etat. îng. chief, Head of State. (R.K.)
nimînende: nûner. tr. temsilci, delege. fr. représentant, délégué. îng. representative, delegate. (R.K.)
- “Klîşa jorîn sergevazê Fransa Şerevanî genêral de Gol û nimînendeyê wî genêral Kotrû nîşan dide.”

qorgirtî: di rêzê de. di hazirê de.
- “Eskerên emêrîkanî qorgirtî silavan li wan dikin.”

mija sinhî: mija çêkirî. tr. yapay sis. sis bombası.
- “Dinya zelal dibû, min dora xwe çêtir didît, mija japonan a sinhî jî belav bûbû.”

şefqeya rojşikên: şefqeya ku nahêle tav bide rûyê însan. tr. güneş şapkası.
- “Gava hêsîr li vaporê siwar bûn, bi lingên wan ve solên sehrayê û li serê wan şefqeyên rojşikên hebûn.”

rotikên hesinî: hesinên zirav î dirêj. tr. demir sırık.
- “Li cem hêsîran silehine neadetî hatine dîtin: lingên kursiyan, rotikên hesinî, kêrên xwarinê.”

cihetnima: pisûla. cihnûma.
- “Li me bûbû nîvê şevê û cihetnima jî nema dişuxulî.”


Hejmar 12:

hêsîrgah:  cihê ku hêsîr lê dimînin.
- “Min dizanibû ko heta çend rojan japoniyann di heqê me de qerareke qetî dê bidana û bivê nevê ez jî ezê vegeriyama hêsîrgahê.”

rewjok: amrazek e ji bo kolandinê.
- “Xortine ingilîzî yên ko di tersaneyên Ingilterê de dixebitin, bi rewjokan hewdê filûqekê dikolin.”

şeşagir: sîleheke bi şeş gulleyan. şeşar. şeşderb.
tiving: cureyek sîleha dirêj. tr. tüfek.
- “Min dît ko du canbêzar bi kincên şidandî û şeşagirê her yekî ji wan di ber tilê wan de û singo bi serê tivingan li ber min sekinîn.”

balafirên behrî: balafirên ku dikarin ji ser behrê jî bifirin û li ser behrê jî dakevin.
- Balafirên behrî ên Ingilîzî di hefadiya peravên Ingilistanê de.”

serberz: bilindpaye.
- “Rojekê serberzekî ji leşkerên general Lo sendûqa şîraniyê şikand û hemî xwar.”

keştiyên serbestiyê: vaporên 10500 tonî.
- “Di nav wan de nemaze vaporên 10500 tonî hene ko emêrîkanî ji wan re “keştiyên serbestiyê” dibêjin.”

tonela binbehrîn: tonela ku di bin behrê re derbas dibe.
- “Japonan ji mêj ve dixwest her du giravên xwe ên bingehîn Honde û Kiyoçiyoyê bi toneleke binbehrîn bigehînin hev.”

timatîka-elêktrîkî: sîleha otomatîk a bi elektrîkê dixebite.
- “Qewetên mihwerê di qada şerê Ûris de mitralyozeke welê bi kar êxistine ko ew timatîka-elêktrîkî di deqîqê de 3000 berikî ber dide.”

xeberguhêz: kesê ku xeberan diguhêzîne xwendev/guhdar/temaşevanan. nûçegihan.

êrîşvan: kesê ku karê wî êrîşkirin e.
- “Her çar xulaman jê ra tifing dadigirtin û wî jî her bi singa neyarên êrîşvanî da vala dikirin.”

nîşandar: kesê ku bi sîleh an jî amrazeke din li nîşanê dide. pisporê nîşanê. tr. nişancı.
- “Bi qasî ko Mist-Awik mêrekî çê bû; ewçend jî nîşandarekî xedar bû.”


Hejmar 13:

mîtralyozkêş: kesê ku karê kişandina mîtralyozê dike.
- Mîtralyozkêşê balafireke Brîtanî.”


Hejmar 14:

rêhesina binerdîn: rêya hesinê ya ku di bin erdê re derbas dibe.
- “Di wextê bombarana Londrê de hin rêhesinên binerdîn xerab bûbûn.”

taxok: amrazek e ku pê tişt tên şemitandin. tr. kızak.
- “Vaporeke Emêrîkanî li ser taxokê.”


Hejmar 15:

polîsê çobidest: polîsê bi jop.
- “Hingê li Efrîqayê hesêb eskerên ingilîz nîn bûn; ji polîsên çobidest pê ve.”

topa berbalafir: bnr. topa balafirşikên.
- “Lê herçî topên berbalafir qey lal bû bûn û zimanê wan nema digeriya. Çend derb berdane me û hew.”

aletên agirkuj: aletên ku pê agir tê vemirandin. tr. yangın söndürücü.
- “Hinan ji me depê balafirê qul kir û aletên agirkuj bera şewatê da. Lê bêfêde; ji ber ko agir ji me bi dûr bû.”

dolaba daketinê: dolaba ji bo daketina balafirê tê xebitandin (??)
- “Motora milê çepê hatibû hingaftin, dolabên daketinê jî xesarzede bûbûn. … Me dolabên daketinê bi nepexeke ihtiyat nepxandin.”

vedêt: (?)
- “Topên vedêteke Emêrîkanî.”

vapora petrolkêş: vapora ku petrolê ji cihekî vediguhêze cihekî din.
- “Wê noqavê di dûrahiya peravên Norvêjê de vaporeke elemanî e petrolkêş binav kiribû.”


Hejmar 16:

kevankêş: kesên di şer, nêçîr hwd. de kevanê bi kar tînin. hosteyê kevanê.
- “Di kevankêşiyê de tu kesî pê nedikarî.”

çavşkênandin: propaganda.
- “Nemaze di vî şerî de, bi derewan çavşkênandin –propagande- roleke mezin leyistiye.”

silehbidest: xwedansîleh, sîlehkirî.
çakûçbidest: xwedançakûç, bi çakûç.
- “Dema ko eskerine silehbidest di eniyan de şer dikin, di pişt eniyê de eskerine çakûçbidest di fabrîkan de, xebateke zor dixebitin û ji wan re çekan çêdikin.”

topa bertang: bnr. topa tangşikên.
- “Gelek caran tangên dijmin bi qasî  topên fransizan ên bertang hebûn.”

sondxwarî: di herba duyem a cîhanê de, dewletên Mutefîq. hevalbendên Ingiltereyê. tr. müttefik devletler.
- “Noqavên elemanî li behirên dinyayê belav bûbûn û bera vaporên sondxwariyan didan.”

kelehvan: parêzvanê kelehê.
- “Bi tenê kelehin hatine dîtin ko kelehvanî xeta mihaserê qelaştine û xwe gihandine giraniya ordiwê.”


Hejmar 17:

serxwerabû: serhildêr. asî.
gerana xweser: rêveberiya taybet. walîtî. tr. (il) özel idaresi.
- “Hikûmeta tirk ji bo aşkirina serxwerabûyan, di bin serekiya Hemedoyê Birho da geraneke xweser (îdare î xisûsiye) dabû xelkê Sasûnê.”

tilînivîs: daktîlo (?)
- “Rêzker li ber aletêkê wek tilînivîsê rûdine û bêî ko destên xwe bide tîpan wan rêz dike.”

motorbota torpîlavêj: amraza ser behrê ku torpîlan diavêje.
- “Di dora wan de torpiyor û bertorpiyor û motorbotên torpîlavêj dihatin.”

cengcû: hezkerê cengê, lêdanê.
şerker: kesê ku her tim şer dike.
- “Çawan kurd bi cengcûyî û şerkerî hatine nasîn, welê jî bi nêçîrvaniya xwe e dilgeş in.”  

xençerhingêv: kesê bi xençerê lê dide, birîndar dike, dikuje. pisporê xençerê.
- “Heke nêçîrvan î xençerhingêv be, bi du xençeran perda dil diçirîne û davêje erdê.”

berhicûm: rikêfkirin, êrîşbirina ser sefên dijber.
- “Qewetên rûsî di nîvroyê Donez de, ji Seretov û Esterxanê rabûn berhicûmê û elemanan bi şûn de vegerandin.”
                       
***
              

Beşa Yekem: Ferhenga Şer û Amrazên Şer ji Kovara Ronahîyê (I)

Dawetên Berê û yên Niha: Çavdêriyek ji Dawetên Bismilê


Daweteke me hebû van rojan. Van salên dawî dawetên me hinekî guherîne. Dixwazim van guherîn û ferqan tevî dawetên min di zarokatiya xwe de dîtî bidim ber hev.  Mekan bi Bismilê re sînorkirî ye, belkî li bajar û navçeyên din jî kêm zêde rewş ev be, nizanim. Ev bi temamî çavdêriyên min ên ji çendîn dawetan e.

*Berê dawet sê roj (în, şemî, yekşem) û li derve dihat kirin. Niha bi temamî li salonan e, dawet şevek e, şevek jî ji bo hinneyê.

*Berê şeva hinnê berî dawetê bi rojekê li derve dihat kirin û dawet jî li salonan bû. Niha hinne jî li salonan tê kirin.

*Berê li salonan dawet di 7ê êvarê de dest pê dikir 12ê şevê de xilas dibû. Niha di deh û nîvan de kes namîne.

*Berê pirraniya însanan hema dixwest li dawetan be. Niha her kes dixwaze dawet hema zû xilas bibin, biçin malên xwe. Şikayetên ji gumgum û teqereqa dawetê zêde ne.   

* Berê stranên siyasî û propagandayî di dawetan de pir dihatin gotin. Niha, îhtimalen ji ber OHALê kes stranên siyasî nabêje. Tenê min li straneke siyasî guhdar kir ku ew jî kurt hat birrîn û dibe ku gotin hatibin guherandin jî: “De bila bêtin vê meydanê.”

*Berê di dawetan de hin lîstik hebûn, lîstika bi kêran tê bîra min. Niha di dawetan de ti lîstik tune ne.

*Berê di dawetan de hin komên folklorê dihatin performansên xwe pêşkeş dikirin. Niha ji derve ti kom nayên dawetan.

*Berê di dawetan her cure govend dihatin girtin. Niha her kes bi hev re tenê Delîlo dizane. Sedî not delîlo lê dikeve, gava cîda, şemamê hwd. lê dikeve yan kes dernakeve an jî kêm kes derdikevin û sembolîk sê çar deqe ji bo wan lêdixin. Yên tew delîlo jî nizanibin hene, her çiqas hejmara wan kêm e hêdî hêdî zêde dibin. Di daweta me de carekê cîda lê ket, kes derneket. Di dawetê de yên cîda û şemamê digirin pirranî aliyê malbata bûkê ne û bûk ne ji Bismilê ye.

*Nifşên berê yên serê govendê bernedidan êdî pir kêm dikevin govendê û zêde xwe nahejînin. Nifşên berê êdî giran bûne û ji dawetan hêdî hêdî aciz dibin.  

*Di hineyên niha de, di destê bûk û zava û berbûkan de hin kaxez hebûn gava diketin salonê. Li ser kaxeza zava "ayvayi yedik” dinivîsî.

*Di dawetên berê de min dans nedîtiye. Di yên niha de, berî hinnê, piştî hinnê û di dema dawetê de dans heye, lê hêj li ti bûk û zavayî rast nehatime ku zanibin baş dansê bikin. Pirranî xwe birin û anîn e, çep û rast. Muzikên dansê bi tirkî ne.

*Di dawetên berê de min lîstina çifte tellî, misket nedîtibû. Niha di dawetan de tê lîstin û zimanê stranê wan tirkî ye. Li gor dansê, di çifte telli baştir tê lîstin.

*Berê di dawetan de min pasteyên çend qato jî nedîtibûn. Di dawetên niha de, gava paste tê gazî merivên nêzîk yên zaveyî dikin, merivên wan pere di pasteyê de diçikînin, ger pere kêm be dibêjin kêr jênake. Îja merivê ku dibîne yê din pere di pasteyê de diçikîne, ji bo ku ji giraniya xwe nekeve, ew jî pereyan derdixe.  Taktîkeke dawetçiyan, ji bo ku pereyan ji xelkê bikêşin.

*Berê di dawetan pereyên rastîn dihatin avêtin bi ser bûk, zava û govendgêran de û yên derdikevin orteyê. Zarokan pirranî ev pereyên rastîn zevt dikirin, gelek caran xebatkarên dawetçiyan bi pey zarokan diketin, pere bi zorê ji wan distendin. Qey ji ber ku kara dawetçiyan ji pereyên rastîn tunebû êdî di dawetên niha de pereyên sexte derketine. Kî bixwaze diçe desteyek euroyên sexte dikire. Îja heval, hogir û merivên bûk û zava ji bo ku xwedêgiravî camêriya xwe nîşan bidin wek hawê bi hev re dikevin reqabetê, kî ji kê zêdetir pereyên sexte bikire û biavêje. Bi van pereyên sexte hinekî ego bilind dibe, meriv dibêje qey zengînê dinyayê ye, halbûkî pirranî yên destteng pereyan dikirin. Di daweta me de malbatê zor li min kir ku ez jî pereyan bikirim. Bi 50 lîre bawer dikim 50 kaxez dan min.  

*Ji bo ku pereyan her tim biavêjin, hin zilamên dawetan hene ku her tim dikevin serê govendê, ji bo ku govendê xweş bikin, derkevin orteyê û pereyan biavêjin ser wan. Êdî tenê yên van pereyan kom dikin zarokên heşt neh salî ne ku ji aliyê dawetçiyan ve hatine peywirdarkirin. Yên ku belaş qezenc dikin, dîsa dawetçî ne.

*Berê di dawetan de zarok pir li ortê hebûn, ji xwe re baz didan, bi hev re dilîstin. Êdî kêm bûne û li derveyî salonê ji xwe re dilîzin.

*Berê gava li salonan dawet diqediya, merivên zava dihatin li ber mala wî jî çend deqeyan govendek digerandin. Êdî min ew nedît. Êdî cîran zêde hez nakin ku şeva Xwedê li ber guhê wan bibe gumegum û teqereq.

*Di dawetên berê de jî min zêde cilûbergên kurdî nedidîtin. Di dawetên niha de jî min qet nedîtin.

*Êdî di dawetan de wênegirên taybet ên salonan hene. Piştî dawetê her kes dikare wêneyê xwe bikire.

SERQISE: Di dawetên berê de jî û di yên niha de jî, yên herî pir kêfê ji dawetê digirin sergovend in. Ew kêf çiqas ber bi dawiya rêza govendê ve tê kêmtir dibe û xwegiranî zêdetir dibe.

Li Dû Şopa Şairê Pala Xwe Dayî Dinyayê


Berî sê çar rojan Bismilî ji bo duaya baranê kom bûbûn. Qey ji ber duaya wan bû ku duhê esman duta bû, bi barana xwe ya nedîtî. Ceyran çûbû û min diviyabû biçim berberxaneyê ji ber ku bo rojtira din min randewû xwestibû ji Berken Bereh, min nedixwest bi wê rih, por û pirça paş stûyê xwe ya tevlihev biçim hevdîtinê. Bi qasî saetekê di tariya bêceyraniyê de li benda berberê xwe sekinîm. Berberê min hat, lê bi ya wî bûya min porê xwe bihişta ji siba din re, di wê bêceyraniyê de porê min dê qenc nehata qusandin. Min bi ya wî kir û baş e ku min bi ya wî kir, çimkî heta sibehê ceyran nehat û ez ji zû de ye ewqasî zû ranezabûm.

Serê sibê Mistefa Dogan bi erebeya xwe ez ji nêzî malê hildam, em bi hev re çûn xerajê û ji wir nasekî wî erebeyê jê girt. Hinekî li qehweya xerajê me xwe şitexiland. Ew li dolmîşa Diyarbekirê siwar bû çû, ez mam li benda dolmîşa xwe ya Batmanê, hem jî bi qasî saetekê.

Berken Bereh ji min xwest ku li ber Batman Parkê dakevim. Li ber Batman Parkê li benda wî mam, gava ew hat pir bi hêrs bû ji ber ku kesek hilkişiyabû ser lewhayên ser rê, xwestibû întixar bike û bi vê re polîsan pêşiya trafîkê girtibû. Erebeya ew tê de jî li vê trafîkê aliqîbû loma ji bo ku derengtir nebe ji erebeyê peya bûbû û peya hatibû heta Batman Parkê. Va ye, min nûçeya wê bûyerê li vir dît. 

Şewqeyek li serê Berken Bereh bû ku çi cara nava wî tê gotin ev şewqeya wî tê ber çavê min. Her wiha çakêtekî reş î damayî li ser îşlikê wî yê şîn, li bin îşlik şalekî qumaş û qondereyeke reş. Ez jî bi çakêt û şalekî lacîwerd, bi îşlikekî şîn û soleke reş bûm. Min fam kir ku lazim e mêrên kurd ji çakêt û îşlikan hez bikin. Wekî din, çênabe.

Em, bi Berken Bereh re derbasî cafeyeke li biniya Batman Parkê bûn bi navê Özsüt Cafe. Li wir em derbasî cihê serbest ji bo cixarekêşanê bûn. Du sê meh hebûn ku min cixare nekişandibû, jixwe mehê min hebek kişandiye an nekişandiye. Li wê derê, dilê min bijiya cixareya Berken Bereh û min pê re cixareyek kişand. Navê cixareya wî, Camel. (Dû re dê ji min re bigota ku êdî rojê 6-7 heb cixareyan dikêşe.) Ma gelo ev detaya navê cixareyê muhim e? Îro ne muhim e, lê gava min sibe ji bîr kir, ew ê ji bo min bûbûya derdek ku çima min navê cixareya wî qeyd nekiriye. (Nîşe 1: Ji navê pakêta cixareyekê, meriv dikare karaktera kêşerê wê tehlîl bike.) Me du qehwe xwestin, ya wî qehweya sade, ya min qehweya bi şîr. Li cafeyê ji bilî me dengê kurdî nehat guhê min, min ferq kir ku ez jî carinan bi xebatkaran re bi tirkî diaxivim. Em derheqê blogeriya kurdî de axivîn, derheqê projeyekê de, û derheqê ku meriv bi tena serê xwe jî dikare çi û çi bike, çi derfetan biafirîne. Min fam kir ku Berken Bereh jî blogên kurdî dişopîne, û pê kêfxweş bûm. Berken Bereh diyar dikir ku, êdî bîra wî ne weke berê ye û hin tiştan zû ji bîr dike.

Piştî em ji cafeyê derketin heta Loqenteya Çömçeyê em meşiyan. Berken Bereh ji meşê hez dike û her tim di wan deran re dimeşe. Di dema meşa me de ez hîn bûm ku wî berê gelekî bi kaxezan lîstiye û jê hez kiriye. Mesela gelekî bi Brîçê lîstiye ku digot berê ev li Kurdistanê lîstika arîstokratan bû. Mesela di salên heftêyî de wî li Erûhê du komên Brîçê dîtine. Xwezî min got, ez jî bi çend kaxezên lîstikan (52, piştî ne tê de) bizanibûma, wek dewarekî nesekeniyama (“dewar” di dilê xwe de). Em li baxçeyê loqenteyê rûniştin, di dema xwarinê de baran hûr hûr bi ser me de dibariya. Li ser pêşniyaza Berken Bereh me sac tawayek û goşt û birincek xwest û me hevbeş xwar. (Nîşe 2: Xwarina wan mûhteşem bû, pûanê min ji Çömçeyê re 10 di ser dehan re ye, siheta wan xweş.) Li vê loqenteyê jî pirranî em li ser helbest, helbestvanî û nivîsê axivîn. Min ferq kir ku Berken Bereh di edebiyatê de bêtirs cure û celebên nû diceribîne û xwe her tim wek helbestvanekî amator û her li serê rê dibîne. Ji e-kovara wî ya Kulîna Kulîlkan a sala 1999an bigire ku di biyografiya wî de wek yekemîn malpera înternetê li Bakur derbas dibe, heta haîkuyan, heta helbestên wî yên şênber, ceribîner (wek “Têkçûn”) xwe li qadên nû û cuda qelibandiye. Berken Bereh li vê loqenteyê helbesteke xwe ya kurt a neçapbûyî bi navê “Sînor” ji min re xwend ku xwendevanên blogê dikarin li jêr bixwînin:

Sînor

Ez kurê xemê me,
Diya min ax e,
Bavê min ba.
Her, xurbetê raçand,
Tevna çîroka 'emrê min.
Ji ber wê ye
Piştkul im ji avê,
Dilgiran im ji baranê,
Ji ber wè ye
Nefret dikim,
Ji sînoran!

Serboriya temenekî, bi taybetî di risteya çar û pêncan de veşartî ye. Min herî dawî dîwana wî ya bi navê Xewna Dawî xwendibû. Gava min xwendibû ew ji bo min wek silava dawî, dîwana dawî hatibû. Wek ku wî xatir dixwest ji helbestê, ji dinyayê. Lê li gor wî her xatirxwestinek vegereke xwe heye. Mumkin e ev veger, çend dîwanan bi xwe re bîne.

Em ji loqenteyê meşiyan heta çayxaneya ku Berken Bereh her tim diçûyê û bi hevalên xwe re rûdinişt. Ev Çayxaneya Orpaklarê bû. Ew û hevalên xwe piranî li hundirê çayxaneyê diçin heman quncikî û li wî quncikî behsa gelek tiştan dikin û helbestan dixwînin. Li çayxaneyê min du hevalên wî dîtin. Mamoste Osman ku mamosteyê dîrokê bû û Mamoste Xalid ku mamosteyê kîmyayê bû. Heta niha min sê caran Mamoste Xalid dîitiye, di her sê caran de jî ew û Berken Bereh bi hev re bûn. Carekê li Bismilê di bîranîna Arjen Arî de, carekê li Mêrdînê li Panela beşa kurdî ya Artukluyê, cara sisiyan jî di vê rojê.

Mamoste Osman, Mamoste Xalid, Berken Bereh.

Berken Bereh qal kir ku di xortaniya xwe de gelek caran hatiye Bismilê. Di 1978an de beşdarî mitîngeke li Bismilê dibe. Qala du kesayetên ji Bismilê jî kir. Rehmetî Nedîm Dagdevîrenê avakarê Kitêbxaneya Kurdî li Swêdê û Mem Rongayê helbestvanê Kovara Tîrêjê ku li Silîva çêbûye lê li Bismilê mezin bûye. Herdu jî hevalên Berken Bereh bûne. Mem Ronga çend sal e nexweş e li Elmanyayê. Ew helbestvanê herî bêdeng ê Tîrêjê ye. Û heger çêbe, em ê biçin ser gora Nedîm Dagdevîren.

Tevî ku min nexwest zehmet jî bikin Berken Bereh û Mamoste Xalid ez birim heta rawestgeha dolmîşên Bismil û Diyarbekirê. Em ê biçûna Tov Sanatevi jî ku yek ji mekanê Berken Bereh jî ew der bû, lê wext çênebû. Min kitêbek di dest Mamoste Xalid de ferq kiribû. Ev, Aşkın ve Savaşın Gündüz ve Geceleri ya Eduardo Galeano bû. (Nîşe 3: Şaş nemînin ku mamosteyên kîmyayê ji mamosteyên edebiyatê bêtir hez ji edebiyatê dikin.)  Berken Bereh û Mamoste Xalid heta dolmîş bi rê neket ji rawestgehê neçûn. Piştî dolmîşa min bi rê ket, her kes ma bi tenêtiya xwe re. Çi dibêje şair:  her kesî dinyayek / û her kesî tenêtiyeke xwe heye / barekî kambax e li ser pişta mirêkan / her kes tenê ye dema ku digirî / dema ku dibişire her kes hogirê dilê xwe. (Kilama Bajarên Tarî)” 

Li rawestgehê, bi şairê pala xwe dayî dinyayê re.

Di dolmîşê de helbesteke min hat bîra min ku min îro navê wê guherand, kir “Şairê Pala Xwe Dayî Dinyayê”. Min ev helbest wê çaxê nivîsîbû, gava ku Berken Bereh hatibû Mêrdînê tev li Panela zanîngehê û gotûbêja Komeleya Nûbiharê bûbû. Min li wir dîwana wî ya Xewna Dawî peyda kiribû, piştî ku hatibûm malê û min dîwana wî xwendibû, min hest pê kiribû ku ev dê dîwana dawî be, xemgîn bûbû û min helbestek ji bo wî nivîsandibû ku çend sal bû min helbest terikandibû. Ev helbest Berken Bereh dê cara ewil bixwîne û cara ewil tê weşandin.

Şairê Pala Xwe Dayî Dinyayê

şevereşa dûr û derez,
rêya ku dimeşe,
dilopa ji ‘eynika esmên niqutî rûyê
şairê pala xwe dayî dinyayê.

pisîka li peyarêkê çirevîtkan dide xwe ne ew e,
ne ew e dara ku pelên xwe
bi ser toz û tirabêlka kolanê de dadiweşîne.
qorneya wesayîtan,
hengameya bajêr,
keftelefta mirovên bi ser hev de dadayî
mîna noka li kevir ketî belawela
mîna rêveçûna kêzik û moriyan di halê xwe de.
hemû bar kirine çûne ji demsalên temenê wî tê bêjî qey,
tê bêjî qey xeml û xêza heyata wî tev sergerdan bûye,
bincilik bûye, binav bûye, bûye heyva bin ewrê
wek hawê tu rûbarekî li pey xwe bihêlî
û lê bidî, biçî.
aha! wisa.

dilopeke dî jî diniqute dilê
şairê pala xwe dayî dinyayê
hêdîka, piço piço, di nerma xwe de:
            dilop,
                  lop,
                       p.

ji pencereyê dengê Hesen hil dibe,
w’ez nexweş im gewra minê
îro min go were ser min.


11ê Nîsana 2018an, Bismil


***