ŞENER ÖZMEN: LI SER GORA MIN BINIVÎSIN, "ŞENER ÖZMEN HAT, ŞENER ÖZMEN ÇÛ."

Eylül 29, 2016 , , 0 Şirove

Şener Özmen.

1. Kêliyeke te ya bextewar heye ku ji me re behs bikî?

Bextewartirîn kêlî di jîyana min de, hatina Robînî ye.

2. Tehemula te ji çi re tune ye?

Ji Yekê Jorîn re.

3. Te li vê dinyayê herî pir dixwest kê nas bikî?

Fêrîkê Ûsiv û Qasimlo.

4. Beriya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?

Çend romanên din jî binivîsînim.

5. Derî karê xwe, ji çi karî hez dikî?

Ji karê xwe hez dikim, ku mebest ji pirsa te mamostetîya şêwekarîyê be, ez karê xwe dikim, ango min dikir. Lêbelê ev giştik xewn û xeyalên mirovên ji çîna navîn in.

6. Tu dinyayeke çawa texeyul dikî?

Nakim, jixwe ez di dinyayeke texeyulkirî de dijîm.

7. Heke ciwantir bûyayî, te hez dikir çi bikî?

Tê difikirim, wekî ez hê ciwan bûm, min dixwest ez çi û çi bikim û min ew nekirin? Belam, çendî hewl didim jî, tiştek nayê bîra min.
  
8. Çi kenê te tîne?

Çîrok û metelokên gencîneger û tevirkolên wan.

9. Heyfa te li çi tê?

Li hemû zarokên Kurdan.

10. Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tiştî cardî bikira?

Nivîskarî... û bi Kurdî.

11. Tiştên ji te re bûne xûy çi ne?

Vexwarina qehweya bifîltre rojê bi kêmanî 20 fincan, jehrtêketîya çixareyê, taswasa arkaîk a ji aferîdeyên der-cîhanî (wekî di henga rûbirûbûnê de ez ê der heqa gelê xwe de çi ji wan re bibêjim), tengijîna bêwext û pozpênekirina hin nivîskaran.

12. Tişta ku hêzê dide heyata te çi ye?

Şêwejîyan û şêwefikirîna min e.

13. Dîmeneke çawa te dilteng dike?

Şer û pevçûna pêxwas û şilatîyên vî bajarî.

14. Te mekanek bi çi awayî û li kû divê ku heta mirina xwe tê de bijîyî?

Xanîyek ku li kevîya deryaçeyeke Kurdistanê be.

15. Dixwazî çi li ser kêla gora te bê nivîsandin?

“Şener Ozmen hat, Şener Ozmen çû.” 

16. Tu dikarî resimekî derbarê xwe de çê bikî?

Çima na! Di sala 1988’an de min bi hibrên têkelreng portreyeke xwe çêkiribû, piştî bi salan hevalekî min î hêja ew bi tevî gelek pêşnûmayên min yên wan çaxan, ji min re şandin.


***

ŞENER ÖZMEN:

Nivîskar, wergêr, hunermendê hunera hevçax û rexnegirê hunerê. Di sala 1971’ê de li Hezexê ji dayîk bûye. Di sala 1998’an de Beşa Perwerdehîya Nîgarkêşîyê ya Fakûlteya Perwerdehîyê ya Zankoya Çukurovayê kuta kir. Digel ku di temenekî gelekî berwext de nasîya wî li gel karîkatur û helbestê çêbû, bere bere dest ji van her du waran jî kişand da ku bi hunera hevçax û wêjeya Kurdî rabe. Hindek helbestên wî yên ku di kovarên huner û wêjeyê yên wê heyamê (Antolojîya Helbestkarên Xort ên Milliyet Sanatê, Mavi Çizgi, Söylem, Şiir Oku, Düşün, E, Islık û ê.d.) de hatibûne weşandin, di Salnameya Helbestan a Adam Sanatê (1998-2001) de bi amadekarîya Mehmet H. Doğan hatin weşandin. Mirin û Dîyalektîk, kurteçîroka wî ya ezmûngerayî ya pêşîn a ku wî bi Kurdî nivîsîye, bi nasnavê “Sîyabend Z.” di kovara Warê (1999) de hat weşandin. Di heman hejmara kovara navhatî de wergerên wî yên ji Jean Paul Sartre jî belav bûne, ku wî li gel Azad Lîz kirine. Wergerên wî yên ku wî ji berhemên helbestkarên gewrê yên nifşê Tîrêjê, ji yên Arjen Arî (Destana Kawa û Azhî Dehaq-Kawa Destanı ve Azhî Dehaq, 2011) û ji yên Berken Bereh (Dilê Min Palgeh e Ji Işqê Re-Kalbim Bir Yastıktır Aşka, 2012) kirin, ji alîyê Evrensel Basım-Yayınê ve hatin çapkirin. Xwendin û wergerên wî yên li ser wêjeya Kurdî ya nûjen ên ku di kovara Sıcak Nalê (2010-2012) ya bi edîtorîya Süreyyya Evren derketî de li jêr sernavê Uykusu Bölünenler (Yên Xew Li Wan Herimî) hatin weşandin, di sala 2013’an de di nava weşanên Weşanxaneya Lîsê de wek pirtûk derçûn.       

Di sala 2005’an de Kunstmuseum Thunê (Swîsre) hunermend Özmen hêjayî xelata “Prix Meuly”yê dît. Özmen di navbera salên 2005-2007’an de beşdarî bernameya pevguherîna hunermendan a TRANSFER 07’ê (Munster-Alemanya) bû, ya ku bi destê Sekreterîya Rewşenbîrîyê ya Ren Vestfalyaya Bakur (NRW) hat birêvebirin; di sala 2008’an de jî beşdarî Projeya Nivîskarên Bajaran a Tirkîye-Alemanyayê (Munîh) bû, ya ku ji alîyê Enstîtuya Goethe (Stembol) ve hat birêvebirin. 

Berhemên wî
Eskiden Ne Güzeldi (Xwezî Bi Heyna Berê), helbest, Liman, Stembol, 1999
Şaşıracaksın (Tu yê Matmayî Bimînî), helbest, Liman, Stembol, 1999
Ağıt mı bu yaktığın? (Ma Qey Tu Dilûbînî?), helbest, Liman, Stembol, 1999
Sözüm Haritadan Dışarı (Haşa Ji Nexşeyê), helbest, Lîs, Amed, 2004
Travma ve Islahat (Trawma û Çakkirin), xwendinên li ser hunera hevçax, Lîs, Amed, 2007 
Rojnivîska Spinoza, roman, Lîs, Amed, 2008
Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî, roman, Lîs, Amed, 2010
Keleh, kurteçîrok, Lîs, Amed, 2012
Uykusu Bölünenler (Yên Xew Li Wan Herimî), xwendinên li ser wêjeya Kurdî ya nûjen, Lîs, Amed, 2013
Spinoza’nın Günlüğü (Rojnivîska Spinoza), roman, yê ji Kurdî wergerandî Tirkî: Abdullah Koçal, Everest Yayınları, 2014
Gramera Bêhizûr, roman, Lîs, Amed, 2014
Kifayetsiz Hikâyeler Müsabakası, roman, yê ji Kurdî wergerandî Tirkî: Abdullah Koçal, Everest Yayınları, 2015


Wergerên wî
Kawa Destanı ve Azhî Dehaq (Destana Kawa û Azhî Dehaq), Arjen Arî, Evrensel, Stembol, 2011

Kalbim Bir Yastıktır Aşka (Dilê Min Palgeh e Ji Işqê Re), Berken Bereh, Evrensel, Stembol, 2012

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: