ABDULLAH KOÇAL: TEHEMULA MIN JI KURDÎZANÊN TIRKÎAXÊV RE NÎNE

Abdullah Koçal


1. Kêliyeke te ya bextewar heye ku ji me re behs bikî?

Gava tora xwe kaş dikim ew kêliya ku masî tê de xuya dibe.

2. Tehemula te ji çi re tune ye?

Ji Kurdîzanên Tirkîaxêv re.

3. Te li vê dinyayê herî pir dixwest kê nas bikî?

Osman Sebrî.

4. Beriya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?

Dinyayeke aram, civakeke dilxweş.

5. Derî karê xwe, ji çi karî hez dikî?

Dengbêjî û gewendetiyê.

6. Tu dinyayeke çawa texeyul dikî?

Dinyayeke ku mirin bes bi emra Xwedê, bi qewlê biyolojiyê tê.

7. Heke ciwantir bûyayî, te hez dikir çi bikî?

Li zanîngeheke pirr baş min ê bixwenda.

8. Çi kenê te tîne?

Bêgunehiya zarokan.

9. Heyfa te li çi tê?

Li evînê.

10. Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tiştî cardî bikira?

Ez ê dîsa hînî Dumilî bibûma.

11. Tiştên ji te re bûne xûy çi ne?

Ken.

12. Tişta ku hêzê dide heyata te çi ye?

Hezkirin.

13. Dîmeneke çawa te dilteng dike?

Dewarek bûye pêşengê baqilan.

14. Te mekanek bi çi awayî û li kû divê ku heta mirina xwe tê de bijîyî?

Xaniyekî li keviya Çaya Gextê.

15. Dixwazî çi li ser kêla gora te bê nivîsandin?

“Ker ker şora meke…”

16. Tu dikarî resimekî derbarê xwe de çê bikî?













***

KURTEJIYAN

Abdullah Koçal: Di 1988an de li Kolika Semsûrê dest bi xweziyan kir û di 2016an de jî jidestdana baqên keziyan didomîne…

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: