Nameyek ji bo hevalên ku gotine "Genç Kürtler Rahatsız"

Nisan 27, 2017 , 0 Şirove

Beyanname

Hevalên min ên hêja yên ku gotine "Genç Kürtler Rahatsız", xwezî hûn ewqasî bi rihetî li ser navê "ciwanên kurdan" neaxiviyana û xwezî we zanibûya ku ne rexne lê komseriya edebiyatê bi xwe ye tişta ku we lê kiriye. Xwezî li şûna ku hûn nivîskaran hedef nîşan didin, hûn li ser berhemên nivîskaran hûr bûbûna û we nîşanî me bidaya ka berhemên wan ji aliyê edebî ve çiqasî serkeftî ne. Nivîskarên ku hûn wan hedef nîşan didin, di dest wan de çek û sîleh tune ne û ciwanên kurdan nadin kuştin ku hûn rabin kampanyeyeke îmzeyan (bi ya min ev kampanyayeke reşkirin û bêqîmetkirinê ye) li ser navê ciwanên kurdan biweşînin. Di dest wan de qelem heye û dinivîsin, dibe ku ne bi dilê we be tiştê ku di berhema xwe de dinivîsin, dibe ku ji partî û rêxistinekê re bidin çêran, dibe ku hin "nirxên pîroz" pêpes bikin, dibe ku fikra herî xirab biparêzin di berhema xwe de, lê a soxî tenê dinivîsin û wek gelek rêxistinên kurdan ranabin xwîna "ciwanên kurdan" boş î belaş nadin rijandin.

Mixabin beyannameye we biryarekê li ser berhemên nivîskaran nade û ji me re qelsî û serfiraziya berheman nîşan nade. Hûn bi temamî li dû xislet û taybetiyên şexsî ên nivîskaran ketine û hûn biryaran didin li ser şexsiyeta wan. Biborin, lê ev ne hedê me tu kesî ye ku ji kesekî re bibêje wiha binivîse, wiha tevbigere, çavê me li ser te ye, filan tiştî neke û hwd. Tu kes ne mehkûm e û tu kes jî ne dozger e, ne hedê me ti kesî ye ku kesekî ji ber xislet û taybetiyên şexsî bidarizîne. Eyba herî mezin jî ev e ku meriv beyannameyekê li ser nivîskaran belav bike ji ber ku "qure ye; dewlemend e; li vîlla û yatan dimîne; medyatîk e, şerabê dinoşe; ji ber ku tehma romanan ne xweş e;" hwd. Erê, dibe ku wiha bin, gelekî normal e ku şexsiyeta wan wiha be, wihabûna wan ti tiştî li ser berhemên wan nabêje û ev taybetiyên însanî bi qasî çîçkekî jî me xwîneran eleqedar nake.

Ez bi xwe xemgîn dibim û lê diheyirim ku gelek xwendevan û nivîskarên kurdan, bêyî ku hev nas bikin, bêyî ku bi hev re rûniştibin çayekê vexwin, tenê ji ber ku li ser medyaya sosyal dibînin, tenê ji ber ku hin nivîs û parvekirinên wan li xweşa hev naçe, tenê li gor hin parvekirinan biryarê bi rihetî didin ka filankes ji aliyê însanî ve çawa ye. Mixabin ev beyanname jî hinekî wiha çêbûye ku kariye bi rihetî aliyê şexsî yên însanan bidarizîne. Û yek jî, ti kes ne mecbûr e ti kesî bixwîne.

Ez ji ber vê beyannameya hevalên xwe xemgîn im, lê divê bizanin ku ez ne bi fikra wan re me û ne jî bi rêya wan. Ji bo min ji vê gotina Mela xweştir nîne ku dibêje: "Hin ji nik dêrê ve tên qesta keniştê hin dikin / Ney ji van im ney ji wan im min derê xemmari bes". Lê divê heval û hogirên min bizanin, ew ê ev beyannameya wan weke eybeke mezin di dîroka edebiyata me de bimîne ji bo nifşên din, ku nivîskar li ser nivîskarên din kampanyaya îmzeyan a reşkirinê belav dikin. Heger îro roj hûn vêya bikin, siberojê ew ê ciwanên me bi rihetî karibin êrîşî nivîskar û hunermendên xwe jî bikin, ew ê bi rihetî karibin kitêb û berhemên wan jî bişewitînin. Û wê bikaribin, wek çawa ku bi bêşerefî li Ferhad Pîrbal dan, li nivîskar û rewşenbîrên xwe jî bidin. Ez vê beyannameyê ne bi dilekî, bi heft dilan şermezar û protesto dikim.

Û yeka dî jî, heyf û xebînet, medyaya sosyal ne hevaltî hişt û ne jî dostanî. Êdî her kes dikare li ser medyaya sosyal bi erzanî ji hev re bide çêr û heqaretan. Baweriya min bi wê hevaltî û dostaniya berê ya medyaya sosyal nemaye û bawer nakim, careke din jî baweriya min pê bê.

Emanet qencî.

Înan.

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: