Ferhenga Şer û Amrazên Şer ji Kovara Ronahîyê (I)


Hejmara yekem a Kovara Ronahîyê di 1ê Nîsanê de derket. Tam berî 76 salan, rojeke wekî îro. Ji ber du sedeman ji Kovara Ronahîyê hez dikim. Min heta niha kovareke kurdî ya ji Ronahîyê kevintir nexwendiye ku ewqasî bi wêneyan tijî be. Lêkolerên kurdî dê vê fikra min çawa binirxînin, nizanim, lê ev kovar ji bo min yekem kovara wêneyî ya kurmancî ye. Yekembûna wê tiştekî lê zêde nake, her wiha kêm jî nake. Sedemeke din jî, ev kovar bi gelek term û amrazên şer dagirtî ye ku cara pêşîn di vê kovarê de derdikevin pêşiya me û heta îro jî hin ji wan tên bikaranîn. Kovara Ronahî çi ye, ne çi ye, xwediyê wê kî ye, li ku derketiye, çend hejmar derketiye, ne hewceyî behsê ye, jixwe gelek çavkanî hene ku meriv dikare ji wir hîn bibe. Di vir de, min xwest wan term û amrazên şer berhev bikim, rave bikim û mîna ferhengekê pêşkêş bikim. Lê gumana min ew bû ku xebateke wisa hatibe kirin û ev xebata min jî bibe dubare. Ne xebateke taybet derheqê termên şer û şernasiyê di Ronahîyê jî de be, xebateke nêzî vê hêj berî 25 salan hatiye kirin. Hemîd Kiliçaslan û Mizaffer Begzade 1992yan de ji bo hejmarên 10, 11, 12, 13, 16, 17 ên Rojnameya Kurmancîyê ferhengoka Kovara Ronahîyê derdixin û di vê ferhengokê de cih didin gelek peyvên kêmnas ên di her warî de. Lê xebata min dê ji du aliyan ve ji ya wan cudatir be, 1) ez ê tenê cih bidim term û amrazên şer ku gelek ji wan di ferhenga wan de jî cih nagirin û wateyên hin peyvên wan ên min şaş dîtî bi awayekî din rave kirin, 2) gelek ferheng hene ku tevî rastiya peyvan jî meriv naxwaze wan bilêv bike ji ber ku li derekê nebihîstiye an jî di metnekî de nexwendiye lê ji bo ku meriv karibe wan peyvan di çavkaniyên sereke de bixwîne, min her peyv tevî hevoka wê ya di metnê eslî de nivîsiye. Bi vî awayî, meriv ji nêztir dikare peyvan nas bike û bihebîne. Ji bilî xebata di Rojnameya Kurmancîyê de rastî ti xebateke taybet di vê mijarê de nehatim lê ger xebateke wiha hebe, haya min jê bê çêkirin ez ê gelek kêfxweş bibim, ji bo ku xebata me nebe dubare.

Ev xebat, xebateke berhevkarî ye û berhevkarî ne afirînerî ye (ne ku biçûk dixim), hebe nebe birêkûpêkî ye û birêkûpêkî jî meriv ji alozî û tevliheviyê xilas dike. Di vê xebatê de min ji çapa  Weşanên Belkîyê sûd wergirt. Di vî beşê yekem de, peyvên her heft hejmarên ewil ên kovarê hatine berhevkirin, ravekirin. Di her beşî de ji çend hejmarên kovarê dê peyv bên berhevkirin û di dawiya xebatê de jî hemû peyv dê li gor alfabeyê bên rêzkirin û wekî PDF di blogê de bê belavkirin. Peyvên min wateya wan nezanî vala hêla û pirsnîşan (?) li kêleka wan danî û li kêleka wateya hin peyvan jî pirsîşan (?) danî yên ku min wisa texmîn dikirin lê baş ji wan ne emîn bûm. Her wiha li kêleka wateya hin peyvên min ji Rojnameya Kurmancîyê girtî (R.K) danî ku çavkaniya raveyên wan R.K. ye.  Ev peyv çiqas rast in, çiqas şaş in, ew mijareke din e lê wisa difikirim û hêvî dikim ku ev ferheng dê berî her kesî bi kêrî nûçenivîs û rojnamegerên kurdî bê.

1ê Nîsana 2018an, Bismil



Ferhenga Şer û Amrazên Şer ji Kovara Ronahîyê (hj. 1-7)


Hejmar 1:

şerevanî: şervan, mijûlbûna bi şer.
lebat: tevger, sazî, weşan.
- “Elîsabêt her çi civatên arîkariyê ji bo şerevaniyên ingilîzî hene tê de ye û bi lebatên wan civatan re bi kar û wezîfa xwe a milî mîna yeke ji xelkê radibe.”

noqar: keştiyên şer ên ku di binê avê re jî diçin.
- “Piştî şerekî behrî vapor û filûqeyên ingilîzî nizingî li noqareke talya dikin.”

asêgeh: cihê bi kevir, ax hwd. lêbûyî ji bo xweparastina ji êrîşên dijmin.
xeta şer: tr. savaş hattı.
- “Ji mêj ve ye dora asêgeh û pêşiya xetên şer bi têlên derzî digirtin.”

topa tangşikên: topa tangan têk dibe. tr. tanksavar.
- “Wêna jêrîn topeke tangşikên şanî dide. Topçî tavêjin tangên dijmin.”

mirovdewlet: mirovê xwedî meqam di nav dewletê de.
- “Vê paşiyê mirovdevletekî ingilîzî da zanîn ko ingilîzan ji çek çebirxeniyên xwe ji nivî bêtir şandine Rûsyayê.”

berebloqe: enî. di kovarê de ji bo eniya elmanan a di nav dewletên Îtifaqê de hatiye gotin.
hevalbend: hevrê, ji heman bendê. di kovarê de ji bo hevalbendên ingilîzî yên dewletên Îtilafê de hatiye gotin.
- “Elemanan jî berebloqeyek îlan kir û di behran de bi noqar û balafirên xwe dest bi xeriqandina vaporên ingilîzî û yên hevalbendên wî kir.”

bender: tr. liman. (R.K.)
- “Ev vapor li Etlantîkê derbas dibin û tên benderên ingilîzî.”

sîwanvan: kesên xwe bi paraşutê berdidin.
- Sîwanvanî sîwanên xwe bi xwe ve dikin û xwe ji balafirê tavêjin hewayê û hêdî hêdî dadikevin erdê.”


Hejmar 2:

keleha firolek: cureyek ji balafirên mezin.
- “Emerîkaniyan vê paşiyê balafirine gelek mezin çêkirine. Ji wan re kelehên firolek dibêjin.”

balafirhilgir: amrazeke balafirê hildigire ku behrê de jî biçe (?)
- “Lê balafra ku ko di klîşê de tête dîtin -balafirke emerîkanî- dikare deyne bejê û behirê jî. Ji lewre ev dikare ji balafirhilgirekê rabe û deyne peravekê.”

enî: cebhe, ji bo şer.
topa torpîlavêj: keştiya şer a torpîlan diavêje. torpîdo.
- “Di eniya Ûris de topeke torpîlavêj.”

beristan: tr. kara. fr. terre, terre ferme. ing. land, terra firma. (R.K.)
- “Di beristanên Efrîqê de eskerine Frensa aza rojnaman dixwînin.”

bombavêj: balafira ku bombeyan diavêje.
- “Ji bimbavêjên ingilîzî ên mezin yeke Spitfayer.”


Hejmar 3:

hêştirsiwar: eskerên di cengê de hêştiran diajon.
- “Ji eskerên Frensa aza hêştirsiwarên beriyê.”

topa balafirşikên: tr. uçaksavar.
- “Topeke [i]talyanî e balafirşikên.”

filûqeya kewçûk: qeyikeke biçûk û sivik a ji bo dema hewarê tê bikaranîn.
lezbot: botên pir bi lez diçin. tr. sürat teknesi.
- “Balafirvanekî R.A.F. piştî ko dijminê xwe avêtiye behirê jê re filûqeke kewçûk daxistiye û ji milê din elam daye lezbotan ko bêne hawara wî.”

vaporqefle: koma vaporan.
- “Ji milê din noqarên elemanî ji peravên Ingilterê heta Emêrikê rê li ber vaporqefleyan digirin û dirêjî wan dikin.”

bombardimana hewayî: tr. hava bombardımanı.
- “Di eniya Libyayê de tangên ingilîzî piştî bombardimaneke hewayî dirêjî xetên dijmin dikin.”

torpîla bitenekirî: (?)
- “Di torpîla bitenekirî de perwana torpîlê jî dixuye. Ev perwane digere û torpîlê dimeşîne.”

topa dûravêj: topa ku dikare li cihê gelekî dûr bixe.
- “Navê vê topê ‘Boche Buster’ e. Topeke gelek mezin û dûravêj e.”


Hejmar 4:

berevan: kesên ku bereyekê diparêzin.
- “Ev keçika 16 salî dixwîne, dixebite da ko rast bi rast bikeve sefa berevanên welatê xwe.”

deryavan: kesên karê li ser deryayê dikin. tr. denizci.
- “Du deryavanên noqareke talyanî û binavbûyî hildikişin ser vaporeke ingilizî.”

topa peravîn: topa li peravê tê danîn.
- “Ingiltere dora girava xwe ji ber hicûmeke elemanî gelek asê kiriye, û cih cih topine dûravêj danîne peravên xwe.”

tîp: model, cure.
- “Li balafireke ingilîzî, ji tîpê ‘Beau-fort’ torpîlekê siwar dikin.”

rêhesin: rêya hesin. tr. demir yolu.
- “Ji lewre wan li kemyon û li fergonên rêhesinê siwar dikin û ji qadekê dibin qadeke din.”


Hejmar 5:

zirehpûş: tr. zırhlı. fr. blindé. ing. armoured. (R.K.)
- “Di Gulana sala 1041ê û di şerekî behrî de zirehpûşa elemanî Bismark hatibû binavkirin.”

ronavêj: “Texlîtek fanos an çirayek e ko roniyê digehîne heta deverine dûr . Ronahiya vê çirayê di nav kodeke hesinîn de ye û ronî ji devê kodê belav dibe.”
- Ronavêj di şerên şevîn de tête istîmal kirin û pê dîdevan esker, tang an balafirên dijmin dibînin û ronavêjê li wan girêdidin.”

rûniştiman: kes, hevwelatî. tr. birey, vatandaş.
- “Rûyê erdê giravê 250 kîlomêtir çarçik û nifûsa wê 237000 rûniştiman in.”


Hejmar 6:

çeknas: kesên çekan baş nas dikin, pispor in di zanîna çekan de.
- “Mr Layk mirovekî çeknas û tecribedîtî ye.”

noqara dûrger: noqara ku dikare li cihên gelekî dûr bigere.
- “Di şerê 144an de noqara dûrger a pêşîn ya ko li Etlantîkê derbas bûbû, ewî çêkiribû.”

vapora barkêş: vapora ku ji bo bar tên bikaranîn.
cenkeştî: vapora şer.
- “Ingiltere 4 û Emerîka 8 milyon ton vaporên barkêş wê daxin behrê, ji cenkeştî yanî vaporên şer pê ve.”


Hejmar 7:

telefona guhêsber: (?)
- “Di qadên şer de telefonên guhêsber.”

bihîstok: amrazeke bihîstinê.
- “Çermanof di odeke qesirê de rûdinişt û di odeyên din de bihîstokên telêfonê bi cih kirin.”

çeper: sîper.
- “Eskerên Brîtanî di beristanên Misirê de dora çeperên xwe bi têlan digirin.”

lengerendaz: keştiya lenger avêtî.
- “Ji stola Frensa Şerevanî çend keştî di bendereke Brîtanî de lengerendaz.”

danezan: nûçegihan, nûner, peyvdar (?)
- “Carina danezanên rûsî û elemanî dibêjin: me du xanî bi şûn de vegerandine, an me ji nû ve du xanî zemt kirine.

tevger: liv, hereket.
- “Eskerê klîşê hilkişiyaye serê darekê û dîdevaniya tevgera neyar dike.”

stasyona hewayî: tr. hava istasyonu.
- “Di wê salê de hikûmeta Emerîkê di vê giravê de stasyoneke hewayî çêkir û çar peya xistinê.”

guhêrbariya bayî: (?)
bêtêl: tr. telsiz
- “Wan peyan guhêrbariya bayî bi bêtêlê ji vapor û balafiran re didan zanîn.”

şandiyar: pêşkêşvan.
- “Ji nişkekê ve şandiyarê radyowa Bostonê da zanîn ko japonan bi ser Perharbûrê de girtiye û hikûmeta me jî ketiye şer.”

pişta canxelas: amrazek e ku însanan ji xeniqandina avê xilas dike. tr. cankurataran simidi.
- “Wî zabitî tûrek dinepixand, pişta canxelas. (…) Pişta min a canxelas qenc nnehatibû nepixandin.”

serbend: serheng, elbay.
- Serbendê wan li me hişyar bû û tiştek gote eskerên xwe.”

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: