BERKEN BEREH: JI TENÊTÎ Û GERYANÊ HEZ DIKIM

Ekim 01, 2016 , , 0 Şirove

Berken Bereh

1. Kêliyeke te ya bextewar heye ku ji me re behs bikî?

Berêvarî li şaneşînê temaşeya çûnhatina li nav bajêr.

2. Tehemula te ji çi re tune ye?

Ji kesên xwe li ser herkesî re dibînin / ji pozbilindiyê re.

3. Te li vê dinyayê herî pir dixwest kê nas bikî?

Ehmedê Xanî.

4. Beriya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?

Xwe ji kêmasiyên xwe rizgar bikim.

5. Derî karê xwe, ji çi karî hez dikî?

Ji tenêtî û geryanê.

6. Tu dinyayeke çawa texeyul dikî?

Kurd pesnê hev didin.

7. Heke ciwantir bûyayî, te hez dikir çi bikî?

Min dixwest li seranserê kurdistanê bigerim; gund bi gund, gelî bi gelî, ruhê xwe bi bêhn, reng û gewhera wê paqij bikim.

8. Çi kenê te tîne?

Tiştek wilo heye? Min ken ji bîr kiriye.

9. Heyfa te li çi tê?

Heyfa min li kurda tê.

10. Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tiştî cardî bikira?

Hezkirina ji helbestê.

11. Tiştên ji te re bûne xûy çi ne?

Cixare, vê taliyê kufurbazî.

12. Tişta ku hêzê dide heyata te çi ye?

Berxwedêriya kurdan.

13. Dîmeneke çawa te dilteng dike?

Giryê jinê an yê zarokekê.

14. Te mekanek bi çi awayî û li kû divê ku heta mirina xwe tê de bijîyî?

Li gelî an baniyek çiyê / ji min û xwedê pê ve kes lê neyî.

15. Dixwazî çi li ser kêla gora te bê nivîsandin?

Min di pirtûka xwe “Şerbeta Ji Êgir” de bersiva vê daye, lê bigere bibîne.

16. Tu dikarî resimekî derbarê xwe de çê bikî?















***

Berken Bereh:
Di sala 1954 ê li bajarê Şirnexê hatiye dinê. Yekem car helbestên wî di kovara Tîrêjê de (yekem kovara kurdî ye li bakur) de hatiye belavkirin. Heta niha helbest û nivîsarên wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî de belav bûne; mîna (Nûbûn, Nûdem, Jiyana Rewşen, Nûbihar hwd.) Di sala 1998-1999 de di pêşbirkên helbestê yên ji alî Komeleya Malbatên Girtî û hukumxwariyan û ji alî Kovrara Rewşenê amade kirî de bi xelatên 1.min û II.mîn hate xelat kirin. Di sala 1999 de bi navê "Kulîna Kulîlkan" kovareke internetî amade kir. Çar hejmar derket. Ev yekemîn kovara internetî li bakur bû. Helbestên wî di Tv yên kurdî, (Medya Tv, Roj Tv, Gün Tv…) Radyoya Elmanî WDR û SBS ya Avustralya de  hatine xwendin. Li zanîngehên Zankoya Bilgî yê û çendîn Komeleyên Civakî de tevlî konferans û panêlan bû. Hê jî di kovar û rojnameyên kurdî de nivîskariya xwe didomîne.

Berhemên wî;
Êş - 2001  weşanên Sî
Şagirtên Evînê -2003 weşanên Sî
Pandomîm-2006 weşanên Belkî
Şîna Helbestê-2008 weşanên Doz
Dilê min palgehe ji işqê re(digel ên berê-şerbeta ji êgir û haiku-hemû berhem)-Weşanên Lîsê-2011
Ji Dûriyê re-Weşanxaneya Lîs-2013
Xewna Dawî-Weşanxaneya Lîs-2016

Wergêr;
Lapis lazuli-Mehmet altun
A Deryayê Gotî; Mustafa Köz

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: