Deftera Kurdî: Înanolo Defter

Nisan 05, 2018 , 14 Şirove

Gava pêşî min biryar da defterên kurdî bidim çê kirin, di hişê min de ew hebû ku van defteran diyariyî xwendevanên bloga xwe bikim. Paşê ji vê biryara xwe qeriyam û min fikir ku van defteran bifiroşim. Min dikaribû diyarî bikira lê min dizanibû ku bi diyarîkirinê re jî dê berdewamiya van defteran nehata. Min diviyabû ji van defteran qezenc bikira ku karibim wan diyarî jî bikim. Ma gelo min ji van defteran qezenc kir? Erê. 

Mala wî ava, gava min fikra xwe ya derxistina derfteran ji Rênas Xendekî re got, adresek nîşanî min da. Omer Faruk Baran zor li min kir ku defterakurdi.com vekim. Em vekin, lê çawa? Piştî ku min defter derxistin, min fam kir ku talebeke zêde ji bo defterên kurdî heye. Ez bi rihetî dikarim bêjim xwendevanên defterên kurdî ji xwendevanên kitêbên kurdî zêdetir û dilsoztir in. Bêhenek. Bila ev jî silavek li Borges be: Ez dibêjim qey defterên baş ji kitêbên baş kêmtir in. 

Pêşî min 60 defter dan çêkirin û di çend rojan de xilas bûn. Ev çend roj e min 100 heb dan çêkirin, ew jî hema li ber xilasbûnê ne. Sêwirandina van bergên mûhteşem aîdî Ba ne. Defter 60 rûpel e û ebata wê A6 e. 

Rexne li defterên me hebû. Rexneya sereke buhayê wê bû. Bi ya min jî defter li gor heqê xwe hinekî buha ye. Lê ji ber ku ev defter ne li matbaayê lê bi destan û hejmareke ne zêde tên çêkirin, me jî bi buhayekî zêde stendin. Ev defter bi temamî encama hewldaneke şexsî ye, wek weşanxaneyan di derba ewil de çênebû ku bi çend hezar heban bi buhayekî erzan bidim çapkirin. Min kêm dan çêkirin ji ber ku min xwest bizanim ka piyaseya wan çawa ye û çi reaksiyon hene. 

Min bihîst ku di nêz de 8 hezar defterên kurdî tên çapkirin. Ev hejmareke zêde ye. Loma ez ê ji van defterên xwe cardî nedim çêkirin. Heger ez defteran derxim jî, divê ew li matbaayê bi berg û rûpelên xwe pir bi qalîte bin. Înanolo Defter nimûnene balkêş in ji deftergeriya kurdî û ew heq dikin ku di arşîvan de cihê xwe bigirin.








Înanolo Defter dê li vir peyda bibin: 

Diyarbekir: Pirtûkakurdî

Mêrdîn: Roza Sierra 

Stenbol: Komeleya Lêkolînên Kurdî, Dara Bandînî  

Her wiha hûn dikarin ji min jî bixwazin (derdora sî heban li cem hene). Ji bo xwestinê ji kerema xwe ji inan.eroxlu@gmail.com re binivîsin. 

Ez dixwazim întihalekê ji rêbaza Perxudres bikim û defterekê diyariyî xwendevanekî/ê blogê bikim. Şert ew e ku şiroveyekê li bin vê blogê binivîsin û tê de peyva "defter" derbas bibe. Heger ji duduyan zêdetir şirove hebin qûra dê bê kişandin. Wext 48 saet e. 

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

14 yorum:

  1. Deftera dirûnê hat ser kaxizê Quranê . :)

    YanıtlaSil
  2. Êdî di ber qehweya me, xemla me bila defterên înanolo be :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Înanolo Defter ji bo ku li ber qehweyê bên nivîsandin hatin çêkirin :)

      Sil
  3. Xett û xalan nişanê Nişanî de
    Me ji navê xwe ra bi "defter" ke

    Melayê Cizîrî :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Mûhteşem, tam ji bo defterên min gotiye Melê :)

      Sil
  4. Hevalê delal ev karê deftergeriyê fikreke seyr e. Ez bawer dikim mirovên me yên riyalî wê defteran bilirim.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Keko dinya bi xwe cihekî seyr e wek Mîrzayê Biçûk gotî, normal e defterên me jî seyr bin :)

      Sil
  5. Veke deftera xêz ke bi qelema ;)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Ji bo vê em difikirin Înanolo Qelem derxin :)

      Sil
  6. Înan, min nivîsa te ya li ser "Deftera kurdî" nuh xwend. Lê tu rastiyê dixwazî min mesele baş fêm nekir.
    Çi defter e?
    Çawa tu difroşî?
    Deftereke ji kaxeta spî ye ya jî tiştekî din e?
    Welhasil serê min tevlihev bû. Heger tu hinekî îzah bikî ev çi mesele ezê kêfxweş bibim.
    Tu qala firotinê dikî. Çi ye ez nizanim, belkî ez jî bikirim.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Apê Zinar ev defterên nìşeyan (not defteri) e. Min ew dan çêkirin. Bergên defteran kurdî û kurdewarî ne. Li çend bajaran hatin firotin. Min defterek ji bo te hilaniye, kesek hebe bê Swêdê ez ê pê re bişînim. Bawer dikim tu yê biecibînî.

      Silav û hurmet.

      Sil
  7. Nuha min fêm kir. Fikreke balkêş e. Xort ecêb in û tiştên ecê tê bîra wan...

    YanıtlaSil